Badael

Ber bi Aştiyeke Domane ve, di Sûryayê de

Em kî ne?

Beda’il (ya bi Erebî tê wateya Şûngir): Dezgeheke nehikûmî ye, li ser bicîkirina kombend û rêxistinên sivîl li Sûryayê, dixebite. Yên çalak an yên ku divên di warê belavkirina netundiyê, û bicîanîna çalakiyin bo sivikkirina dijwarî û şikenandina sînorê wê, çalak bibin. Her wisa bersivdayîna nakokiyê, û amadekirina pêvajo ya avakirina Aştiyê di qonaxa piştî nakokiyê de.


Learn More

Belavok

Ber Bi Atşiyeke Domane ve – Kurdî


نحو سلام مستدام – عربي


إعلان دليل العدالة الانتقالية – عربي


Activism in Difficult Times – English


Ji Berhemên me

Ezmûnin ji Sûryayê

  • Bîreweriya Dîwaran Heye   Li ser dîwaran nivîsên evîna welat û azadiyê, li ser dîwaran şûnên gulleyan, an şûnên xwîna pakrewanan, an posterên partiyan û yan jî diruşmên siyasî ne. Piştî ku bajarê Kefrunbul di nava wêraniyeke mezin de ma, nivîs û diruşmên kirêt, reşkirî û dûrî rêzgirtin û sincên giştî, xwe li dîwarên wê vedan, hin ji ciwanên bajêr bo vegerandina geşbûn a jiyanê li van taxan, kampanyayek bi navê ''Bijî'' li dar xistin. "Bijî'' kampanyayeke bo nîgarkirina tabloyên dîwarî ye, ya ku rastiya me destnîşan dike û êşên me sivik dike, û hin ji wêraniya me bedew dike'', bi vî awayî rêvebirê kampanyayê xebat û çalakiyên xwe û hevalên xwe, yên ku di Gulana sala 2013 an de, li bajarê Kefrunbul a li gundewarê başûrê Idlibê ye, da xuyakirin. Kampanya di dema desthilatdariya DAIŞ ê de rawestiya, û dema derbasbûna DAIŞ ê û qezenckirina Kefrunbulê, tîma kar bi awayekî giştî rawestiya. Lê piştî derketina wan, kampanyaya ''Bijî'' dîsa û bi awayekî xurtir ji nû ve dest pê kir, û bi nêrînin din; bo zindîkirina bîranîna pakrewanan, derket. Di 05/11/2012 an de, û ji ber komkujiya ku rêjîm pê rabûbû, jiyan li bajarê biçûk rawestiya; ne kêmî 40 kesên sivîl ji zarok, jin û mêran bûn qurban, û qada giştî ya bajêr ji xwîn û perçeyên laşên wan, hate dagirtin. Di sala bi dûv de, û di heman dîrokê de, tîma ''Bijî'' li ser çêkirina avahiyek yadîgarî bo zindîkirina bîranîna pakrewanan, xebitîn. Û navê pakrewanên wê komkujiyê li ser pêkerekî kevir î mezin kolandin, û li nava bajêr danîn, bi hêviya ku ev yek -bi kêmanî- bibe piştgiriyek wateyî ji xwediyên pakrewanan re, û bi hêviya ku dadmendî di demeke nêzîk de rêya xwe bibîne.

    Bîreweriya Dîwaran Heye
  • Firçe Diaxive   Piştî ku "DAIŞ" û tawankariyên wê, cihekî mezin di hemû navnîşanên rojnamegerî de, girtin. Deriyekî hêviyan bi tenê jî li ber rojnamevanan ji bo belavkirina êş û kulên zarokên Sûryayê neman. Firçeya hunermendên Sûrî bi hevrikî û berdewambûna xebata sivîl î aştiyane di rûyê çekan de, qîriya. Û hejmarek ji hunermendên Sûrî tabloyek ''bi destan'' nîgar kirin; dibe ku mezintirîn yek be di cîhanê de, û bi ''firştên Sûryayê'' hate bi navkirin, tê de navên 12490 (duwanzde hezar û çar sed û not) firştan hate belgekirin; ew firişt qurbaniyên şerê berdewam di navbera endamên rêjîm û opozisyon û hêzên tundrew de bûn. Serperiştên vê xebatê xwestin ku mijara kuştin zarokan a bê sûc û sedem, ragihînin. Bi armanca ku (rojek bê kuştin li Sûryayê) nemîne, wan hewl dan ku nameyekê bi rêya ''Hunerê'' ji gelên Rojava re, rê bikin, û êşa gelê Sûrî diyar bikin, ji ber ku bandora xebatên hunerî li ser wan, ji dîmena xwînê bêhtir heye; ya ku bûye rewşek rojane di jiyana Sûriyan de, û gellek caran civaka navdewletî bi xemsarî danûstandin pê re kiriye. Tablo bi firehbûneke nêzî 450 m, yên çargoşî bû. Li ser tabloyê navên pakrewanên zarok hatibû nivîsandin, ên ku ji destpêka şoreşê tanî 05/10/2014 an ve, li gor ku navenda belgekirina binpêkirinan li Sûryayê diyra kiribû, jiyana xwe ji dest dabûn. Tablo wêneya zarokeke Sûrî bi baskên fireştan û bendkirî bû, li ser kilîtê nexşeya cîhanê hatibû nîgarkirin, û li jora wê hevokeke bi Ingilîzî tê wateya ''Zarokên Sûryayê biparêzin'' nivîsandibûn, jixwe zarok bi demjimêrekê bê mîl, û hejmarên ku berovajî ne, girtiye. Bi wateya ku dem li cem Sûriyan rawestiyayî ye.

    Firçe Diaxive
  • Pakrewanên Çem   Di 29/01/2013 an de, rêjîma Sûryayê nêzî sed ji kesên dîl û zindanî gullebaran kir û kuşt, û pişt re termên wan avêtin çemê Qiwêqê yê li bajarê Helebê ye, xelkê ji hêla din î çem, ku di bin destê Artêşa Azad de bû, termên wan wer girtin. Ji bo vê yadgariyê û bi bîrxistina civak a navdewletî bi komkujiyên ku rêjîma Sûrî kiribûn, Yekîtiya Werzeşê ya Sûrî yî Azad, û bi hevkariya Radyoya "Nesa'im" Sûrya pêşbaziyeke bazdanê, bi dirêjahiya 3 km eyan saz kirin, amedekirina pêşbaziyê û bi awayekî veşartî -nêzî 15 rojan- dirêj kir, ji tirsa ku cihê kombûna pêşbazan ji hêla hêzên rêjîmê were armanckirin. Di 02/12/2014 an de, saet 11 sibehê, ji ber nexweşxaneya pakrewan ''Quteybe Ebû Yûnis'' û di taxa Kelasê re ya di rex de, û ji wir ta bi cihê derketinê de (da cihê destpêk bibe cihê dawiya pêşbaziyê) Maraton bi rêve çû. Ev dever hate hilbijartin, ji ber ku ji bilî 100 m yan, ne dûrî cihê pêkanîna komkujiyê bû, ya ku hêzên rêjîmê bi sedan ji girtiyên di zindanan de, bi gullebarandinê kuştibû, û termên wan di çemê Qiwêqê de ya ku li derdora taxa Bistan Elqesir e, wer kiribûn. Di Maratonê de 30 kes beşdarbûn; jê ciwanin çalakvan di warê ragihandin û hewarçûyînê de, û bi amadebûna bêhtirî 100 kesî ji Polîsên Azad û Encûmenên Xwecih û yên şoreşger, û Rêxistinên Civaka Sivîl û Kesên Sivîl. Di encamê de komîteya rêvebir her sê kesên serkeftî di pêşbaziyê de, xelat kirin. Armanc ji sazkirina mîna van çalakiyên werzeşî ew e: Kesên ku li bajarê Helebê mane wan ji rewşa şer derxînin; rewşa ku ji berî sê salan ve dest pê kiribû û ta niha jî berdwam e. Ligel ku nameyeke giştî ye ji çalakvanên heyî re (bo civaka navdewletî) ku şoreş bi keda leheng û ciwanên mêrxas berdewam e. Bazdidan û xewna xwe ya şoreşgerî li pêşber çavên xwe danî bûn, bi hêviya ku bigihên daxwazên xwe, û nameya xwe bigihînin hemû cîhanê.

    Pakrewanên Çem
  • Mafên te, ne Minet e Navenda Bitarî ya Demokrasiyê û Civaka Sivîl, kampanyayeke li ser dirêjahiya ''deh rojan''  bi helkefta roja mafên mirovan ya cîhanê re, saz kirin. Di barê wê de, bi nîgarkêşiya li ser dîwaran û belavkirina broşor û posteran li bajarên Qamişlo û Hesekê, rabûn. Di xebatên xwe de girîngî dan hemû rengên pêkhateyên Sûrî, lewra zimanê Erebî û Kurdî û Siryanî di nîgarên dîwaran de, bikar anîn. Pêre pirtûkçeyek bi zimanê Kurdî û Erebî li ser daxuyanameya mafên mirovan a cîhanê, çap kirin. Û rapirsîneke ''ku ji hemû bireyên civakê re ye'' li ser mafên mirovan û naskirina girîngtirîn kêşeyên, ku gerek bên ronîkirin di nêrîna cadeyê de, belavkirin. Armanca vê kampanyayê ew bû ku: ''Girîngiya vê rojê û resentiya mafên mirovan li cem hemû mirovan, ji çi netew an ol an welatî be, yan nasname û cûreyê wî yî civakî çi be'' bi bîra mirovên sûrî de, bîbin. Jêder: Navenda Biratî ya Demokrasiyê û Mafên Mirovan.

    Mafên te, ne Minet e

Pirtûkxane

Dahatiyên bisûde bo çêkerên aştiyê

Collaborative Learning Projects 2008. Reflecting on Peace Practice Project


Democratic Dialogue. A Handbook for Practitioners


Europaid_PCM_Guidelines S.3-29


HUMAN RIGHTS and PEACE-BUILDING



More

Bi me re beşdar bibe

  • Piştgirî yan Rawêjkarî yan Rahênanê bixwaze

    Bo daxwaziya piştgirî yan rawêjkarî yan rahênanê ji Beda’il, hûn dikarin daxwaza xwe ji me re bişînin, û dê têkilî ji hêla kesê pispor ve, bi we re bê kirin.

  • Tevlî me bibe

    Bo ku hûn tevlî gurûpa Bedai’l bibin, hûn dikarin agahiyên xwe yî kesane bi rêya vê nimûneyê bişînin

  • Tembî û Pêşinyar

    Hûn ji vir dikarin karê me , bi rêya pêşkêşkirina tembî û pêşinyarên xwe , zengîn bikin

badaelsereke