Badael

Ber bi Aştiyeke Domane ve, di Sûryayê de

Beda’il (ya bi Erebî tê wateya Şûngir): Dezgeheke nehikûmî ye, li ser bicîkirina kombend û rêxistinên sivîl li Sûryayê, dixebite. Yên çalak an yên ku divên di warê belavkirina netundiyê, û bicîanîna çalakiyin bo sivikkirina dijwarî û şikenandina sînorê wê, çalak bibin. Her wisa bersivdayîna nakokiyê, û amadekirina pêvajo ya avakirina Aştiyê di qonaxa piştî nakokiyê de.

Dîtina Me:

Beda’il li ser beşdarbûna di avakirina Sûryayeke Demokrat û pirralî de, dixebite. Ku hemû welatî ji rengarengên pêkhateyan xwedî derfetin wekhev bin, da ku ji nû jiyana xwe ava bikin, ligel vê yekê -bi hev re- jîngeheke piştgîr bo aştiyê ji nû re didin avakirin; ew jî derbarê pêşdebirina hijmarek bêhtir ji kombend û rêxistinên civaka sivîl ber bi beşdarbûnê ve di pêvajoya avakirina aştiyê de, da nûnerên civaka sivîl bikaribin bi nakokiyan re, bi awayekî netundane û ava danûstandinê bikin, ji ber ku dê heman komên sivîl ên di civakê de dixebitin, wek leystikvanek sereke û girîng di avakirina pêvajoya aştiyê de, bên naskirin.

Peyama Me:

Beda’il ji bo bicîkirin û piştgiriya çalakvanên civaka sivîl a Sûrî, di xebatên wan de yên di warê avakirina Aştiyê, netundî, û mafên mirovan di hundirê Sûryayê de, dixebite.

Armancên Me:

-Zêdekirina tiwana komên civaka sivîl ji hemû herêmên Sûryayê, bo beşdarbûna di afirandin û avakirina aştiyê de.

-Çakkirina bingeha zanînê ya nirxandin û şîrovekirina nakokiyê, û rola civaka sivîl û dahatiyên aştiyê, û peydakirina derfet û şûngiran bo nakokiyên heyî li Sûryayê.

-Zêdekirina hişyariya kesên çalak û çêkerên biryaran ên navdewletî, bi rastiyên li ser erdê li Sûryayê (pêdivî, stratecî, tiwan, dînamîkeyên nakokiyê… hwd) ji bo hêsankirina plansazîyeke baştir ji hêla wan ve, bo bername û destwerdanên rast.

Ramana projeya me ji ku hatiye?

Ji destpêka şoreşa Sûryayê ve, di Adara 2011 an de, pirsa herî dihate kirin ew bû, Şûngir çi ye?

Şûngirê dezgehên dewletê yên nebedî çi ye? Şûngirê tundiyê çi ye? Şûngirê rêjîmê çi ye? Şûngirê leşkerkirinê çi ye?

Beda’il a ku her dem baweriyê bi Şûngiran tîne, ji vê ramanê hatiye: Tenê divê em li şûngiran bigerin, û awayin xwenûker ji bo hewldana danûstandina bi kêşe û pirsgirêkên ku li pêşber me der dikevin, derînin; ew jî bi rêya handêrkirina ramankirina rexneyî re ya ku li ser şîrovekirina agahiyan û danûstandina pêre, ava dibe, ji dêla ku bi rengekî xweber û asa danûstandin pêre bê kirin.

Rahênerên Dezgeha Beda'il Kîne?

Rahênerên Beda'il, çalakvanin civaka sivîl in, ji seranserî herêmên cûrbecûr ên Sûryayê ne, bi dirêjahiya sal û nîvekê di -vî warî de- rahênan û perwerdekirina wan hatibû destpêkirin, û hê jî bi awayekî lipeyhev, û bi rêya kargehên rahênana rahêneran re ya ku berê Proje pê rabûbû, tên perwerdekirin û şiyandin. Û aniha dezgeh berdewamiya vê yekê dike; ew jî ji bo ku girûp bêhtir bikaribe bi pêdiviyên kombendên sivîl re ên ku li ser erdê bin.

Dezgeha Beda'l li Ser Sê Bernameyên Sereke Dixebite:

A-Rahênan li Ser Van Mijaran e:

Berxwedana netundane.

Çareserkirin û veguhertina nakokiyan (Danûstandin-Gengeşe-Navberitî).

Dadmendiya veguhezane, wek alavekê ji bo pêkanîna aştiya domane re.

Xebatên li dijî diyardeya leşkekirina zarokan.

Tundiya ku li ser bingeha zayend û cûreya civakî di dema nakokiyan de, çê dibe.

Mafên mirovan.

Berpirsyariya parastinê.

Nexişkirina projeyin aştiyê û rêbaza neazariyê.

B- Rawêjkarî

Dezgeha Beda’il bi awayekî berdewam rawêjkariyê ji  kombendên sivîl di Sûryayê de (di biwareyên girêdayî bi afirandin û avakirina aştiyê de)pêşkêş dike, tevî nexişkirina projeyên aştiyê, û nirxandin û çavdêriya wê.

C-Piştgiriya Proje û Destpêşkiriyên Aştiyê Yên Xwecih

Ji bilî alîkariya kombendan di pêvajoya nexişkirin û nirxandinê de, dezgeha Beda’il danin biçûk ji bo projeyên baş ên ku derbarê kargehên wê de tên nexişkirin, pêşkêş dike.

Di rewşa Sûrî de xwendinên ku girêdayî nakokî û aştiyê ne, ta rêjeyekê hidik in, û girîngiya xwendin û lêkolînan – wek tiwanek ji alîkariyê re- ji diyarkirina şêweyê destêwerdana ku divê civaka sivîl î Sûrî, yan ya navdewletî bike, tê. Û her wisa bo şikenandina sînorên tundiyê û xebata ber bi aştiyek domane ve, û ev lêkolîn li gor rêbazên zanistî tên saz kirin.

Em di bernamya piştgiriyê de, li ser zêdekirina hişyariya kesên çalak û çêkerên biryaran, ên xwecih û yên navdewletî, bi pêdivîyan û stratecî û dînamîkeyên nakokiya heyî de, dixebitin. Da ku em bigihêjin şûngir û çareserîyin li gor helkewt û koka nakokiyê ya ku bi Sûryayê ve girêdayî ye, her wisa girîngiya rewşa civak a sivîl, di pêvajoya sazkirin û avakirina aştiyê de, û pêwîstiya beşdarkirina wê  di vê pêvajoyê de.

badaelAbout us